Ji Îsraîlê pêleke nû ya êrişê, ji Îranê hişyariya 'dema xwînsariyê qediya'
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li herêmên cuda yên Îranê êrişên hewayî yên berfireh li ser 'hedefên binesaziyê' kiriye. Îranê jî hişyarî da ku 'dema xwînsariyê' qediya ye.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li herêmên cuda yên Îranê êrişên hewayî yên berfireh li ser 'hedefên binesaziyê' kiriye. Îranê jî hişyarî da ku 'dema xwînsariyê' qediya ye.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li hemberî Îranê pêleke nû ya êrişan a berfireh da meşandin. Di daxuyaniya leşkerî de ku roja Sêşemê hate dayin, hate gotin li herêmên cuda yên Îranê êriş li ser "dehan nuqteyên binesaziya rejîmê" hate kirin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate gotin, "Li seranserê Îranê rêze êrişên berfireh ên li ser bi dehan nuqteyên binesaziyê yên rejîmê beriya demeke kurt temam bû."
Piştî êrişê ji bajarên cuda yên Îranê agahiyên li ser teqînê û nûçeyên hilweşînê hat.
ÊRIŞ LI SER 2 PIRAN HATE KIRIN
Rayedarên Îranî diyar kirin ku li herêmên navîn ên welêt herî kêm li ser 2 piran êriş hate kirin.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê IRNA'yê ragihand ku pira rêyên hesinî ya Yahya Abad a li bajarê Kaşan ê li başûrê Tehranê bû hedefa êrişên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE).
Alîkarê waliyê eyaleta Îsfahanê Ekber Salihî anî ziman ku di êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.
Salihî got, "Êrişkariya Emerîka-Siyonîst beriya çend deqeyan êriş bir ser pira rêyên hesinî ya Hayha Abad a li bajarê Kaşanê."
Hate ragihandin ku beriya vê êrişê bi demeke kurt li nêzî bajarê Kûmê, pireke din a li başûrê Tehranê jî bû hedef.
LI GIRAVA HARGÊ TEQÎNÊN NÛ
Îranê her wiha ragihand ku li Girava Hargê ya li Kendava Basrayê teqînên nû rû dan. Ev girav a ku beşeke mezin a bazirganiya petrolê ya Îranê lê tê kirin, ji aliyê binesaziya enerjiyê ya welêt ve gelekî stratejîk e.
Ajansa Nûçeyan a Îranê Mehrê jî diyar kir ku li giravê teqînên nû rû dan. Lê belê li ser hedefa êrişê gahiyên berfireh nehate dayin.
Artêşa DYE'yê beriya niha di nava meha Adarê de êrişên hewayî biribû ser Girava Hargê. Êrişên dawî fikar zêde kirin ku kapasîteya bazirganiya enerjiyê ya Îranê yekser bibe hedef.
MUXAFIZÊN ŞOREŞÊ GEF LI WELATÊN CÎRAN XWARIN
Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî piştî êrişan daxuyaniyeke tund dan û got, "Êdî dema xwînsariyê qediya ye."
Li gorî Reutersê, Muxafizê Şoreşê ragihandiye ku wê li binesaziya DYE û hevalbendên wê bixin. Di daxuyaniyê de hate gotin, weke bersivdana li santralên enerjiyê û pir ên li Îranê, wê hevalbendên DYE'yê yên li herêmê bibin hedef.
Rayedarên leşkerî yên Îranê her wiha hişyarî dan ku dikarin gavên welê biavêjin ku tedarika gazê û petrolê ya herêmî bi salan asteng bikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Eger DYE xetên sor binpê bike, bersiva bê dayin dibe ku ji sînorên herêmê jî derbas bike."